Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera balafirên şer

Balafirên şer ên Tirk, li ser Garê, Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin.

Balafirên şer ên Tirk, li ser Garê, Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin.

Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanên me yên li herêmê hatine ragihandin, balafirên şer ên dewleta Tirk ji îro saet di 10:00 û pê ve li ser Garê, Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin.

Agahî nehat bidestxistin, ku balafirên şer li herêmekê bomberdûman kiriye yan na. Tevgera balafirên şer a li herêmê dewam dike.

Balkêş e ku ev tevgera balafirên şer, di dema serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk a li Hewlêrê pêk tê. Di serdana herî dawî ya Sînîrlîoglû de gundê Zergelê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatibû bombekirin û 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, 15 sivîl jî birîndar bûbûn.