Li herêma Zapê tevgera hewayî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku êrîşa bombeyî ya 27'ê Cotmehê ya li Geverê ji aliyê 'yekîneyên kontra' ve hatiye kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku êrîşa bombeyî ya 27'ê Cotmehê ya li Geverê ji aliyê 'yekîneyên kontra' ve hatiye kirin. Navendê li ser tevgera hewayî ya artêşa Tirk jî agahî da.

ÊRÎŞA BOMBEYÎ YA LI GEVERÊ JI ALIYÊ YEKÎNEYÊN KONTRA VE HAT KIRIN

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 27'ê Cotmehê saet di 07:00 de, li nêzî dibistana li taxa Yeşîldere ya Geverê, teqîneke mezin rû da. Vê teqînê zerareke mezin da malên gel. Ev teqîn ji aliyê yekîneyên kontra ve hatiye kirin."

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ DEWAM DIKE

Di dewama daxuyaniyê de li ser êrîşên artêşa Tirk ev agahî hat dayîn:

"Roja 29'ê Cotmehê saet di navbera 18:20-19:20 de, balafirên şer ên artêşa TC li ser herêma Zapê geriyan. Her wiha saet di navbera 19:30-22:30 de bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hat kirin.

29'ê Cotmehê saet di 13:30 de li hemberî êrîşa bi çekên giran a ji qereqola Şkêrê, hêzên me yên gerîla bersiv dane. Di encama vê bersivdayînê de derb li kûleya qereqolê hatiye xisitn. Di heman demê de qereqolên Şkêr, Tepê Ortê û Serê Sêvê, bi obus, hawan û çeka giran a A-4 re, li qada Latê Kewa xistin."