Li herêma Geliyê Doskî sewqiyata zêde ya leşkerî
Li herêma Geliyê Doskî ya Geverê ku helîkopter sewqiyata leşker û cebilxaneyan dikin, hat ragihandin ku li Şemzînanê jî herêmên Çiyayê Govendê û Basyan bi obus û topan tên bombekirin.

Li herêma Geliyê Doskî yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê ku bi rojane operasyonên leşkerî didomin, sewqiyata ji qereqolên li herêma Geliyê Doskî re didome. Helîkopterên ji Tabûra Efeler û Fermandariya Tûgaya Navçeyê rabûn leşker û cebilxaneyan sewq dikin. Tevgera helîkopteran a danê êvarî destpê kir didome. Dîsa tevgera Heronan jî ya li asîmanê navçeyê didome.
Hat ragihandin ku ji Qereqola Sînor a Ûmûrlû û Tabûra Hidûd a Rûbarok ên girêdayî bajaroka Rûbarok a Şemzînanê herêmên Çiyayê Govendê û Basyan bi obus û topan tên bombekirin.