Li her dera Edeneyê Newroz

Li Edeneyê tevî hamû astengiyên polîsan, her der vegerandin Newrozê û berxwedan didome. Agirê berxwedanê cih bi cih belav bûye, her deverê ger dike.

Li Edeneyê tevî hamû astengiyên polîsan, her der vegerandin Newrozê û berxwedan didome. Agirê berxwedanê cih bi cih belav bûye, her deverê ger dike.

Newroz, tevî qedexeya Walîtiyê jî li Zivirîneka Karasû ya Taxa Daglioglû ya Edeneyê bi beşdariya hezaran kesan hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi êrîşa polîsan re jî berxwedana destpêkir berdewam dike. Di çarçoveya berxwedana cih bi cih li tevahî Edeneyê belav bû, welatî li pişt bendan ketin erka xweparasitinê. Li Taxa Daglioglûyê di pêşengtiya jinan de gel agir pêxistin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” qîr kirin û ketin berxwdanê. Polîsên ku berxwedana gel neşikandin, bi sedan bombeyên gazê û bombeyên deng avêtin taxê.

Êrîşa herî zêde ya polîsan li Zivîrîneka Karasû hat kirin. Bi dehan wesayîtên zirxî gelê ku di xwest Neworzê pîroz bike bi bombeyên gazê, bombeyên deng û ava şid êrîş kir, gel bi çepik, tilîlî û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Neworz” bersiv dan.

Berxwedan li gelek taxên navçeya Seyhan û Yuregîr belav bû.

Gelê ku li devera vale a Taxa Yûnûs Emre a navenda Osmaniye Newoz pîroz dikirin, polîsan êrîş kir. Di êrîşa polîsan de 2 kes hatin binçavkirin.