Li hemberî polîtîkayên şer û kuştinê banga ‘5 deqeyan çalakî’

Navenda Giştî ya DBP’ê ji bo dawî li pêvajoya bi pevçûn û li hemberî polîtîkayên şer ên AKP’ê banga “5 deqeyan çalakî" kir.

Navenda Giştî ya DBP’ê ji bo dawî li pêvajoya bi pevçûn û li hemberî polîtîkayên şer ên AKP’ê banga “5 deqeyan çalakî“ kir.

DBP’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Ev pêvajoya ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê va hat destpêkirin û veguherandin şerê topyekûn li hemberî gelê me di pêşengiya Erdogan de tê dewamkirin. Em difikirin ku peywendiyek xurt a bi taybetî ya vî şerê piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi tercîha gelên Tirkiyeyê kir re heye.”

‘DIVÊ KES WEKE TEMAŞEVAN NEMÎNE’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, AKP wê şer heya bigihêje encama ku dixwaze bide berdewamkirin û  wiha gotin, “Jixwe em weke gel li hemberî vê nêzîkatiya ku Tirkiyeyê ber bi karesatekê ve dibe bêdeng namînin. Jixwe ti mirovê hestyar li hemberî van polîtîkayên şer ên AKP’ê yên digihêjin asta hovîtiyê û dişibin rêbazên DAIŞ’ê bêdeng namîne û nabe temaşevan ji kuştina mirovên welatê ber sere xwe.”

‘BILA HER KES 5 DEQEYAN KARÊ KU DIKIN BISEKINÎNIN’

Di daxuyaniyê de der barê çalakiyê de ev agahî hat parvekirin, “Ji roja 20’ê Tebaxê (sibê) em ê destpê bikin, wê her roj di saet 15:00’an de çalakiyek 5 deqeyan sekinandina kar a hemû rêxistin û saziyên me tevlî bibin, gelê me bê agahdarkirin û bê tevlîkirin. Di çalakiya ku bi dirûşma, ‘Ji bo em niha hema bibêjin aştî em banga 5 deqeyan karê xwe bisekinînin û encamên şer û kuştinan bifikirin dikin.’ Çalakî di serî li navendên bajaran divê li her cihî bê rêxistinkirin.

Divê her roj di saet 15:00’an ji bo 5 deqeyan ajokar wesayîta xwe bisekinîne, xebatkarên kargehê  makîneyên xwe bisekinîn, karkerê nînşaetê karê xwe, esnaf firotina xwe, karmend nivîsên xwe, kesê li  male nameyê dinivîse divê pênûsa xwe deyne; her çi karî dike divê karê xwe bisekinîne. Divê hemû sazî û rêxistinên gelemperiyê vê helwestê bigirin. Em bang li civakê dikin ku li hemberî polîtîkayên şer û kuştinê yên AKP’ê ji bo 5 deqeyan helwest nîşan bidin.”