Li hemberî benda kontrolê ya Siwar El-Reqa êrîşa xwekujî
Li hemberî bendek kontrolê ya tabûra Siwar El-Reqa ya li başûre Til Ebyad (Girê Sipî) êrîşek xwekujî pêk hat. Di êrîşê de şervanekî jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê ku li pey hev derbeyên giran xwarin û ji Girê Sipî hatin derxistin, hewl didin ku bi êrîşên xwekujî encam bigirin.
Çeteyên DAIŞ’ê di vê êvarê saet derdora 19.45’an de li hemberî bendek kontrolê ya tabûra Siwar El-Reqa ya li başûre Til Ebyad (Girê Sipî) êrîşek xwekujî pêk anîn. Di êrîşê de şervanekî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.
Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê, êrîş 15 km li başûrê Girê Sipî li gunê Entera yê li ser rêya Reqa û Til Ebyadê pêk hat.
Çete bi wesayîteke sîvîl nêzî benda kontrolê ya Siwar El-Reqa bûn. Şervanên ku ji wesayîtê guman kirin, hişyariya “raweste” kirin, lê wesayît bi awayekî lezgîn bi ser şervanan de hat. Li ser vê yekê şervanan wesayît gulebaran kir û rawestand. Çeteyê ku di wesayîtê de bû, peya bû û dema nêzî şervanan bû, bombeyên li ser xwe teqandin.
Şervanên birîndar rakirin nexweşxaneya Kobanê.