Li hember Qendîlê êrîşên hewayî didomin
Balafirên şer ên Tirk duh êvarî li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş pêk anîn.
Balafirên şer ên Tirk duh êvarî li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş pêk anîn.
Balafirên şer ên Tirk duh êvarî li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş pêk anîn.
Danê nîvro jî gelek balafirên şer ber bi Qendîlê ketin tevgerê.
Li Amedê jî li gelek nuqteyan tevgera leşkerî didome.
HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ HATIN BOMBERDÛMANKIRIN
Balafirên şer ên Tirk duh êvarî li hember gelek nuqteyên Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş pêk anîn. Êrîşên hewayî ji saet 23.30’an heta danê sibê saet 03.30’an berdewam kir. Herêmên Qendîl, Xakurkê û Zagros ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gelek balafirên şer ve hatin bomberdûmankirin.
Li Qendîlê gundên Silê, Elcê, Dola Batê û girê Şehîd Hîwa ji aliyê balafirên şer hatin bomberdûmankirin. Di bomberdûmanê gelek xaniyên gundiyan jî zerar dîtin.
Li herêma Xakurkê jî di heman saetan de 8 balafirên şer herêma Lelîken bomberdûman kir. Balafirên şer ên Tirk li herêma Zagrosê, herêmên Dola Şehîd Rahîme, sêgoşeya Şaxê Nêriya û Dola Satê bomberdûman kirin.
Di saetên êrîşên hewayî berdewam dikirin de gelek topên obus û hawanan avêtin herêmên Heftanîn û Zapê.
Li Herêmên Parastinê yên Medyaya tevgera hewayî ya saet 12.30’an destpêkir hê jî didome.
LI AMEDÊ OPERASYON DIDOME
Tevgera artêşa Tirk li Amedê jî didome. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, artêşa Tirk li girên derdora gundên Paşê Çiya, Varşîn, Honbat, Çemê Elîkê, Huseynîkê, Doma Bektaş dest bi operasyonan kiriye. Li cihê ku behsa wê tê kirin tevgera pêgerên hewayî yên keşfê jî hene.
Her wiha li Hênê, qereqolên Bilbilik û Korxê jî Şehîdgeha gerîla ya Şehîd Harûn û derdora wê dane ber obus û hawanan.
Li hember herêmên Şehîd Serxwebûn û Apê Mûsa yên Amedê jî bomberdûmana obus û hawanan didomin.