Li Heftanînê di navbera artêşa Tirk û gerîlayan de şer

Di navbera hêzên artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de li qada Şehîd Kendal a girêdayî Heftanînê de şer û pevçûnên dijwar rû didin. Hat diyarkirin ku balafirên şer ên artêşa Tirk jî herêmê bombe dikin.

Di navbera hêzên artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de li qada Şehîd Kendal a girêdayî Heftanînê şer û pevçûnên dijwar rû didin. Hat diyarkirin ku balafirên şer ên artêşa Tirk jî herêmê bombe dikin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li qada Şehîd Kendal a girêdayî Heftanîn a li ser xeta sînorê Roboskî di navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla de şer û pevçûnên dijwar rû didin. Hat diyarkirin ku pevçûn ji danê nîvro saet 11.00’an heta niha didomin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li herêma ku şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirk û gerîlayan de dijwar bû balafirên şer ên artêşa Tirk bomberdûmanê dike. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku artêşa Tirk hewl dide sînorê Herêma Federal a Kurdistanê derbas bike.