Li Hambûrgê şeva piştgiriya bi Rojava û Şengalê re

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, ji bo piştgirî ji Rojava û Şengalê re bê dayîn li navçeya Harbûrgê şevek hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, ji bo piştgirî ji Rojava û Şengalê re bê dayîn li navçeya Harbûrgê şevek hat lidarxistin. Şev bi beşdariya zêdeyî hezar Kurdistaniyên li herêmê dijîn, pêk hat.

Şeva ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Dûre Nûnera Meclîsa Jinê ya Rojbîn Adalet Şare mafê axaftinê girt û bal kişand ser êrîş û komkujiyên hêzên dewletê di dema dawî de li hemberî gelê xwerêveberî ragihandiye dike. Şare destnîşan kir ku bi rêxistinbûyîneke xurt, dikare bersiv ji hêzên paşverû û faşîst re bê dayîn.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk Ahmet Irmak peyivî. Irmak bi vegotina çîroka Selahaddîn Eyyûbî dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser hêza pêşengiya Kurdan a ji bo jiyana hevpar a gelên li Qûdisê. Irmak da zanîn ku gelê Kurd îro jî li Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn temîna aştî û demokrasiyê ye.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) dûre mafê axaftinê wergirt û şervanên azadiyê yên ji bo azadiya Kurdistanê têdikoş in û xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê silav kir. Nûnera TJK-E bal kişand ser qonaxên dîrokî yên têkoşîna azadiyê ya Kurdan û ragihand ku ne tenê ji bo gelê, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê têkoşîn tê dayîn."

Di bernameya çandê ya şevê de komeke muzîkê ya navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Koma Siyabend, Govenda Sîpan Amara, Xelîl Xemgîn û Şengul Pak derketin ser dikê.

Danê êvarê jî govend hat gerandin. Di dawiya şevê de, ji bo meşa 25'ê Mijdarê saet 17:00 a li Hacmannplatzê û meşa 28'ê Mijdarê saet di 14:00 a li Sternschanze ya ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê, banga beşdariyê hat kirin.

...