Li gundên Kanîreşê operasyona leşkerî

Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya Kanîreşê ya Çewlîgê êrîşa leşkerî da destpêkirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, artêşa tirk a dagirker li gundên Hişhişok, Warê Arebo û zozanên Cira Jor ên navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê danê êvarê dest bi operasyoneke leşkerî kir.

Hate ragihandin ku operasyona dagirkeran bi kemîndanînê dewam dike.