Li gundê Um El-Hoş şer didome
Di şer de ku bi êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser gundê Um El-Hoş destpê kir, bi dehan çete hatin kuştin, 2 wesayîtên doçka li ser hatin ruxandin.
Di şer de ku bi êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser gundê Um El-Hoş destpê kir, bi dehan çete hatin kuştin, 2 wesayîtên doçka li ser hatin ruxandin.
Çeteyên DAÎŞ’ê îro ber bi danê nîvro ve ji 3 baskan bi çekên giran êrîşî gundê Um El-Hoş ê girêdayî Şehbayê kirin.
Çeteyan êrîşên xwe ji milê rojhilat ji ser Hesiye, ji milê başûr Wehşiye û ji milê bakur jî ji ser gundê Til Mad pêk anîn. Hate ragihandin ku çete bi hêz û tankên teqwiye êrîş dikin.
Êrîş, piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê hin gundên derdora El-Raî radestî çeteyên dewleta Tirk kirin, pêk hat.
Nûçegîhanên me diyar kirin ku şervanên Hêzên Şoreşger 2 wesayîtên ku doçka li ser hatine bicihkirin ruxandine û derbên giran li çeteyan dane.
Hate ragihandin ku di şer de bi dehan çete hatin kuştin, termên çeteyan jî hê li qada şer in.
Şerê li herêmê bi dijwarî dewam dike.