Li Giyadînê hewldana duyemîn a provokasyonê

Li Giyadînê, piştî provokasyona li Tendurekê, camên avahiya Şaredariyê û şitlên daran ên li kêleka rêya navçeyê hatin çandin, hatin şikandin. Gelê navçeyê, hewldana duyemîn a provokasyonê protesto kir.

Li Giyadînê, piştî provokasyona li Tendurekê, camên avahiya Şaredariyê û şitlên daran ên li kêleka rêya navçeyê hatin çandin, hatin şikandin. Gelê navçeyê, hewldana duyemîn a provokasyonê protesto kir.

Li navçeya Agirî Giyadînê, kes an jî kesên nasname ne diyar duh bi şev camên avahiya şaredariyê bi keviran şikandin.

Her wiha gelek şitlên daran ên li kolana Ozgur Azer Kûrak a li ser rêya Agirî ji aliyê Şaredariya Giyadînê ve hatibûn çandin, ji aliyê kes an jî kesên nediyar ve hatin şikandin.

Ev hewldana duyemîn a provokasyonê ji aliyê gelê navçeya Giyadînê ve hat şermezarkirin.

'DEWAMA KOMPLOYAN E'

Hevşaredarên Giyadînê Xezal Aras û Nîzamettîn Ozden, rêveberAên DBP û HDP'ê û gelê navçeyê li ber avahiya Şaredariyê li hev kom bûn û provokasyon protesto kirin.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Orhan Tûnç da xuyakirin ku komployên di sala 2013'an de bi qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re destpê kirin, piştî Cizîr û Liceyê tê xwestin li Giyadînê bên meşandin.

'GEL WÊ SERÎ NETEWÎNE'

Hevşaredar Ozden ragihand ku bûyerên li Giyadînê diqewimin 'dewama rêze komployan e' û got, "Dema em serê sibehê hatin, me dîtin ku darên me çandin hatine şikandin û camên şaredariyê hatine şikandin. Em texmîn dikin ku saet di navbera 22.00 û 02.00'an de ev bûyer qewimiye. Em vê komployê şermezar dikin. Bila AKP bizane ev komplo nagihijin armanca xwe. Gelê me wê li dijî provokasyona raweste. Gelê Giyadînê berê jî serî li hemberî zilma dewletê netewand niha jî natewîne. Gelê me baldar e û wê vê yêkê bidomîne."