Li Girtîgeha Hesekê çalakiya piştgiriya greva birçîbûnê

Li Girtîgeha Hesekê çalakiya piştgiriya greva birçîbûnê

Li Girtîgeha Hesekê 40 girtiyên siyasî û edlî bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya greva birçîbûnê ya li girtîgehên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê, çalakiya greva birçîbûnê pêk anî.

Piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sererastkirina şertên girtîgehan û çareserkirina pirsgirêka kurd di 12’ê îlonê de daye destpêkirin, her ku diçe zêde dibe.

Girtiyên siyasî û adlî yên li Girtîgeha bajarê Hesekê yê Suriyeyê jî, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya greva birçîbûnê çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin.

Greva ku 40 girtî tevlî bûn, 3 roj beriya niha hate destpêkirin û îro hate bidawîkirin.