Li Gimgimê kontrola gel dewam dike
Gimgim di destê gel de ye. Ji bo wesayîtên leşker û polîsan nikaribin bikevin nava navçeyê, xendek hatin kolandin.
Gimgim di destê gel de ye. Ji bo wesayîtên leşker û polîsan nikaribin bikevin nava navçeyê, xendek hatin kolandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, Gimgim di bin kontrola gel de ye. Li navçeyê jiyana rojane sekinî, li ketin û derketina taxan û navenda sûkê, xendek hatin kolandin.
Çavkaniyên herêmî gotin, "Bajar di destê gel de ye. Li hin nuqteyan gel kom bûye. Polîs û leşker li derve xuya nakin. Lê belê car carna heqaretê dikin û gefê li gel dixwin. Gel tacîz dikin."
Gelê Gimgimê li dijî polîtîkayên mêtîngeriyê yên dewletê li Meclîsa Gel kom bûbû û ragihandibû ku ew saziyên dewletê nas nakin û xwerêveberiyê îlan dikin.