Li Geverê bûyerên ku duh heya direngî şev domkirin û polîsan guleyên rastîn û bombeyên gazê yên bandora wan zêde bikaranîn.
Li navçeya Gever ya Colemêrgê ku du roje ji bo balê bikişînin ser çalakiyên birçîbûnê xwepêşandan têkirin û piştre pevçûn rû didin heya direngî şevê dom kir. Pevçûnên ku duh sibehê di navbera ciwan û polîsan de derketin, heya direngî şevê dom kirin. di dema bûyeran de ciwana bi tupê oksîjenê dîreka mobeseyê birîn û ji xwe re kirin bend, her wiha bi demjimêran li gel polîsan pevçûn. Ciwana li şûna kamerayên mobeseyê jî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daliqandin. Di dema êrîşkirina polîsan de polîsan guleyên rastîn bikaranîn, bi taybet gelek guleyên rastîn li Navenda Kar ya Zagros ku di sala 2005’an de ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve hatibû bombebaran kirin, ketin.
Her wiha hate dîtin ku polîsan cûrê bombeyên gazê yên bikartînin guhertine. Di bombeyên gazê yên nû de dukêlek grî û kesk derdikeve, balkêş bû ku bi dengek pir mezin jî diteqiyan. Ciwana jî da diyarkirin ku, barotê dixin nava bombeyên gazê û li gelek noqteyan gelek hevalên wan birîndar bûne.
DI SER MALAN DE GIRTIN
Di bûyerên heya direngî şev dom kirin de, dema ku ciwan ketin malên xwe bûyer bidawî bûn. Polîsan bi wesayîtên zirxî di ser malên li Taxên Cûmhûriyet, Esentepe û Yeşîldereyê de girtin. Di dema serdegirtinê de guleyên rewneqê bikaranîn, her wiha di derbarê ka kesek hatiye binçavkirin yan na agahî nehate girtin. Hate hînbûn ku operasyona li taxa Yeşîldere hêjan didome. Di dema bûyeran de molotof avêtin Dibistanên Seretayî yên Cûmhûriyet û Gazî. Zirarên aborî rû dan. Xetên ceyranê yên zirar dîtin jî di demjimêrên dereng yên şevê de hatin çêkirin û ceyran dan navçeyê.
Di demjimêrên serê sibehê de rewş normal bû, yekîneyên şaredariyê rê û kolan paqij kirin. piştî ku yekîneyên şaredariyê kolanên vegerîne qadên şer, bendên hatine danîn rakirin û kolan bi avê paqij kirin.