Li Geverê jî 10 hezaran dest bi meşê kir

Li Geverê jî 10 hezaran dest bi meşê kir

Li navçeya Gever a Colemêrgê 10 hezaran bi boneya piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd dest bi meşê kir.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê, bi 10 hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê kom bûn heta Otela Oslo meşiyan û li vir kom bûn. Bi 10 hezaran kesên kom bûn ber bi Duriyana Girtigehê ya berê ve dest bi meşê kirin. Bi dehhezaran kesan alên PKK'ê û KCK’ê vekirin û bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Tolhildan" qêriyan.