Li Geverê êrîşa çeteyên AKP'ê hat şikandin
Li Gevera berxwedêr, hêzên AKP'ê yên hewl dan bikevin nava taxa Eskî Kişla, rastî berxwedana hêzên YPS û YPS Jin hatin. Şerê li vê derê qewimî, dewam dike.
Li Gevera berxwedêr, hêzên AKP'ê yên hewl dan bikevin nava taxa Eskî Kişla, rastî berxwedana hêzên YPS û YPS Jin hatin. Şerê li vê derê qewimî, dewam dike.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ku terora dewletê û berxwedana gel a li dijî van êrîşan di roja 8. de ne, hêzên dewletê danê sibehê xwestin bikevin nava taxAên berxwedanê. Gelek leşker û polîsên 'tevgera taybet' bi hejmareke zêde ji maşînên zirxî ji kolanên navberê yên li ser rêya Şemzînanê û Xaçerêya Eskîcezaevêı hewl dan bikevin nava taxên Eskî Kişla, Orman û Zagrosê. Hêzên YPS û YPS jin bersiva dan vê êrîşê. Li ser vê rêgehê dengê teqînên dijwar hat û car carna dengê çekan tê.
Li aliyê din, taxên Orman, Mezarlik, Zagros û Gungor ên heron û drone her li ser digerin, tên bombekirin.