Li navçeya Colemêrg Geverê, ciwanên bi navê Dogan Dogma û Çetîn Dara ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Cenazeyên Dogma û Dara wê îro bên veşartin. Esnafên Geverê ji bo protestokirina terora dewletê dikanên xwe venekirin.
Li navçeyê ji bilî firin û dermanfiroşan hemû dikan girtî ne û welatî li ber avahiya HDP'ê kom dibin. Her wiha gelek wesayîtên zirxî li ber avahiyên dewletê hatin bicihkirin.
Hat ragihandin ku piştî otopsiyê cenazeyê Dogma û Dara saet di 10.30'an de ji Nexweşxaneya Dewlete ya Colemêrgê were wergirtin û bi girseyî li ser Pira Şakitanê were pêşwazîkirin û ji wir jî bibin Goristana Ormanê.
Her wiha cenazeyê gerîlayê HPG'ê Înan Tûrsûn (Têkoşer Gever) di şerê Elkê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatibû wergirtin saet di 14.00 de wê li bajarokê Bajêrgê yê Geverê were definkirin.