Li navçeya Gever a Colemêrgê şerê kameraya mobeseyê ya di navbera ciwan û polîsan de gihişt asteke din. Polîsan ji bo ku pêşî li birîna dîreka ku kamera pêve ye bigire, hewl didin dîrekê bi mertalan biparêzin.
Li Geverê ku di çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên girtîgehan pêk hatin de di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket. Di dema pevçûnan de ciwanan dîreka mobeseyê ya li duriyana Girtîgeha Berê bi tupa oksîjenê birî û kamerayên bi dîrekê ve hatibûn montekirin jî bi molotokokteylî hatibûn şewitandin. Piştî 26 roj şûnde duh di demjimêrên êvarê de dîrekek nû ya mobeseyê li heman qadê hate bicih kirin. Lê vê carê rêbazek balkêş hate ceribandin. Ji bo ku dîreka mobeseyê neyê birîn tedbîr hatin girtin. Polîsan metreyek ji dîrekê mabûn ji bi beton û hesinan dorpêç kir û niha bi mertalan hewl dide dîrekê biparêze.