Li Geverê careke din pevçûnan destpê kir

Li Geverê careke din pevçûnan destpê kir

Bi sedan kesên li navçeya Geverê kombûyîn, ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehan, bend danîn û bi polîsan re pevçûn.

Li navçeya Gever ya Colemêrgê ku duh û îro bûyeran berdewam dikir, pevçûnan careke din destpê kir. Bi sedan ciwanên li navanda navçeyê kombûn, bend li ser rêya danîn û xwestin daxwazên girtiyan bên pejirandin. Ciwanên ku bê navber ji bo girtî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan avêtin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîş kir. Ciwana jî bi kevir û molotofan bersiv da. Bûyer li ser rêya Şemzînan û gelek noqteyan didome.