Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi sedan kesan 34’mîn salvegera damezirandin PKK’ê li ber agirê pêxistine dîlan girêdan û pîroz kirin.
34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê li taxa Orman ya Gevera Colemêrgê ji aliyê sedan kesan ve hate pîroz kirin. Di pîrozbahiya ku agir hate pêxistin de dîlan hate girêdan. Li cihê pîrozbahî lê hate kirin de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mahsûm Korkmaz (Egîd) hate daliqandin.
Di pîrozbahiya ku ciwana ketin û derketina taxê bi bendan girt de, di daxuyaniya hatî dayîn de kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Em weke ciwanên Geverê di destpêkê de berxwedana zîndanan ya bi wate silav dikin û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê birêz bibîrtînin. Rastiya PKK’ê ya 34’salan di her mercekê de girîngiya berxwedanê nîşanî me kiriye. Bi ruhê 27’ê Mijdarê re bûna yek, yek ji berpirsyartiyên me yên herî bingehîne. Xwediyê vê rastiyê Rêber Apo felsefeyek wisan avakiriye ku, felsefeya serkeftinû rizgariyê ye. Em weke ciwanên Kurd roj roja bi Rêber Apo re bûna yek û xwe gihandina ruhê 27’ê Mijdarê ye. Ji ber vê çendê dem dema bicih anîna bêşik erk û berpirsyartiya ku pêngava stratejîk ya 4’mîn daye ser milê me ye. Em weke ciwanên Geverê didin diyakirin ku, em tecrîda li ser rêberê me qebûl nakin û dibêjin dem hatiye ku bibin çemperek ji agir.”