Li Geverê 6 kes hatin girtin

Li Geverê, 6 ciwanên di operasyonên qirkirina siyasî yên 14'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Li Geverê, 6 ciwanên di operasyonên qirkirina siyasî yên 14'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, ciwanên bi navê Huseyîn Kina, Jîhat Geylanî, Sedat Kiziltaş, Aydin Kiziltaş, Erdal Başaran û Vedat Dûman ên di 14'ê Nîsanê de di serdegirtina malan de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatin binçavkirin duh êvarê radestî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê, her 6 ciwan bi îdîaya "Endametiya rêxistinê", "Birîndarkirina mirov" û "Pêşîgirtina li azadiya mirov" ji bo bên girtin sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî 6 ciwan girt û şand Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê.