Li Geverê 5 kes hatin girtin

Li Geverê 5 kes hatin girtin

Di serdegirtina BDP'a navçeyê û gelek malan de 12 kes hatin binçavkirin û ji 12 kesan 5 kes hatin girtin.

Di serdegirtina BDP'a Geverê û gelek sazî û malan de, 12 kesên hatin binçavkirin. Kader Kiliça ku piştî karûbarên fermî hate berdan, birayên bi navê Dadîr û Zafer Kutlay anîn Geverê û derxistin pêşberî dozgeriyê. Birayên Kutyal piştî li dozgeriyê afade dan beriya rojekî bê girtin bên darizandin serbest hatibûn berdan. 9 kesên ku li emniyetê karûbarên wan ên fermî didome, ji 7 kes sewqî wanê hatin kirin, 2 zarokên ku emrê wan biçûk bû, veguhestin Geverê. E.U yê bi îdiaya 'Endamê rêxistinê ye' hat girtin, zarokek jî serbest hate bedan.

Ji wan kesên ku sewqî Wanê hatin kirin, 2 kes serbest hatin berdan, ji Ramazan Altinoluk, Nejla Çoruh, Cegerxwîn Işik, Mervan Degenek û Bayram Işik jî xwestina girtinê ew sewqî Hekîmlixa Nobedar ya Dadgeha Cezayê Giran hatin kirin. Ji 5 kesên ku sewqî dozgeriyê hatin kirin, Bayram Işik bi armanca bê girtî bê darizandin serbest hat berdan, 4 kes bi îdiaya 'endamê rexistinê ye' hatin girtin.