Li Gever û Şemzînanê derabe nehatin vekirin

Li Gever û Şemzînanê derabe nehatin vekirin

Bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dane destpêkirin, îro jî li navçeyên Gever û Şemzînan yên Colemêrgê derabe nehatin vekirin.

Li navçeyên Gever û Şemzînanê ku bi armanca piştgirî dayîna çalakiyên birçîbûnê derabeyên xwe nevekirin û jiyan rawestandin, îro jî derabeyên xwe nevekirin. Li her du navçeyan bi giştî derabe nehatin vekirin, polîsan jî tedbîrên berfireh girtin. Li navçeya Şemzînanê li ber avahiya BDP’a Navçeyê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê dê di demjimêr 14.00’an de daxuyaniya çapemeniyê bidin.