Li Geliyê Şîlo 3 çete hatin kuştin

Di çalakiya hêzên YBŞ'ê ya li Geliyê Şîlo de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin, ku di 24'ê Cotmehê de hêzên berxwedanê bi çekên giran li çeteyên DAIŞ'ê yên li Geliyê Şîlo tev digeriyan, xistine.

Fermandariyê got, "Ji çeteyên li nêzî gundê Meydana bi doçka derb lê hat xistin, 2 jê hatin kuştin. Di heman demê de, bi çalakiyeke sûîqestê re çeteyek hat kuştin."

Di dewama daxuyaniya YBŞ'ê de li ser bomberdûmana balafirên şer ên koalîsyonê jî agahî hat dayîn û hat gotin, "Roja 24'ê Cotmehê saet di navbera 09:00-15:00 li navena Şengalê, saet di navbera 21:00-22:00 de li taxa Xeyr Nasirê, balafirên şer ên koalîsyonê bombe li çeteyan barandin. Di heman şevê saet di 22:30 de li navenda Şengalê li çeteyan hatiye xistin. Encamên van bomberdûmanan nehatine zelakirin."