Li gelek bajaran civînên gel: Dewlet jî divê gav bavêje

Bi pêşengiya DEM Partî û DBP’ê li gelek bajaran civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de baweriya ji bo Rêber Apo hate destnîşankirin û bang li dewleta Tirk hate kirin ku ji bo pêvajoya çareseriyê gavek şênber bavêje.

Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li gelek bajaran Civînên Civaka Demokratîk hatin lidarxistin. Di civînên li bajarên mîna Gever, Êlih, Sêrt, Agirî, Riha, Şirnex û Colemêrgê hatin kirin de, têkildarî pêvajoyê gel hate agahdarkirin û pêşniyarên çareseriyê hatin kirin.

Di civînan de girîngiya aştiyê, valekirina girtîgehan, baweriya ji bo Rêber Apo û tevgera Kurd û mijara ku dewlet jî divê gavek şênber bavêje, herî zêde hatin nîqaşkirin.

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî beşdarî civînên li navenda Şirnex Emerkoy, taxa Yafes a Cizîrê û gundê Karox û gundê Banihe ya Hezexê bû.

Newroz Uysal Aslan ev tişt anî ziman: “Îro li cîhanê bi siyaseta ferzkirinê ya yekperest, sîstem nayê meşandin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo tevahî gelan rizgariyek e.”

Di civînan de banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk hate xwendin û gel piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya demokratîk û bêşer anî ziman.