Li Gävle û Karlstad'ê komplo hat protestokirin

Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di salvegera 16. de li bajarên Swêd Gävle û Karlstadê bi xwepêşandanan hat protestokirin.

Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di salvegera 16. de li bajarên Swêd Gävle û Karlstadê bi xwepêşandanan hat protestokirin. Bi sedan Kurdistaniyên daketin kolanan, komplo û welatên alîkarî dane komplokeran şermezar kirin û xwestin Ocalan serbest bê berdan.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gävleborgê, Kurdistaniyên li bajarê Gävle û derdora wê dijîn, saet di 15:00 de li Meydana Sodermalm a navenda bajarê Gävle civiyan.

Kurdistaniyên li dû pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re Azadî-Ji Kurdistanê re Statu" meşiyan, alên PKK, YPG, PYD û PJAK'ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dowîzên bi nivîsa "Hûn nikarin roja me tarî bikin" û "Ji Ocalan re Azadî" hilgirtin.

DAXWAZA AZADIYA OCALAN HAT KIRIN

Girseya gel a bi meşaleyan bi bêdengî meşiya, li Meydana Stortorget a mîtîng lê were lidarxistin, bi qîrîna dirûşmeyan komplo şermezar kirin. Hevseokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a  Gävleborg Êrîş Batte di axaftina xwe ya li vir de komplo şermezar kir û got, "Berî 16 salan xwestin roja Kurdan tarî bikin, lê Ew roj ji Îmraliyê me ronî dike. Em ê jî bi vê felsefeya yê me ronî dike re Serokê xwe ji wê zîndanê derxînin."

Daxuyaniya ji bo medya Swêdê jî ji aliyê Evîn Batte ve hat kirin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin se rola hêzên navneteweyî yên di komployê de cih digirin û hat destnîşankirin ku komplo ji aliyê Ocalan û gelê Kurd ve hatiye pûçkirin. Di daxuyaniyê de hat xwestin, ku Ocalan tavilê serbest bê berdan.

Li bajarê Karlstadê jî komploya navneteweyî hat protestokirin. Girseya gel li dû pankarta bi nivîsa "Abdullah Ocalan serbest berde" meşiya. Ji kesên beşdar t-shirtên bi nivîsa "Ji Ocalan re Azadî" li xwe kirin û flamayên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd hilgirtin.

Di çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Karlstadê û ciwanên Kurd ve hat organîzekirin de, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re Azadî" hatin qîrîn.

KOMPLO WÊ ÎRO LI STOCKHOLMÊ WERE PROTESTOKIRIN

Li paytexta Swêd Stockholmê jî wê komplo îro bi meş û mîtîngekê were protestokirin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê, bang li tevahiya Kurdistanî û dostên wan ên li Stockholm û derdora wê kir, ku tevlî çalakiyê bibin.

Çalakî wê saet di 13:00 de li Meydana Norrmalmstorg a Stockholmê destpê bike.