Li Farqînê roja cejnê terora dewletê

Li navçeya Farqînê ku gel xwerêveberiya xwe îlan kiribû îro roja cejnê jî polîsan êrîşî gel kirin. Polîsên ku xwestin bikevin taxên berxwedan heye bi guleyên rastî û bombeyên gazê avêtin êrîşî gel kirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê ku li taxên Tekel, Mescît û Konakê yên xwerêveberî hatibû îlankirin îro jî polîsan êrîşî gel kirin. Gelek polîsên li ser Cadeya Azîzoglu gelek polîs û tîmên taybet xwestin bikevin taxan lê ji ber ku gel xweparastina xwe pêk anî polîsan bi guleyên rastî û bombeyên gazê ve êrîşî gel kirin.

Hate hinbûn ku ji ber ku polîsan rasterast tax gulebaran kirine welatiyekî ku navê wî nehat zanîn ji serê xwe birîndar bû.

Polîsên ku xwestin bikevin taxan bi kobra û TOMA’yan ve ketinên taxan girtin û nahêlin kes bikevin taxan.