BI DÎMEN

Li Farqînê polîsan êrîşî Yuksekdag û wekîlan kirin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û komek ji parlamenterên HDP'ê yên li Farqînê ne, rastî êrîşa polîsan hatin. Ji ber êrîşa polîsan tevî Yuksekdag gelek wekîl birîndar bûn.

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Hevserokê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken û gelek parlamenterên HDP'ê, ji bo destekê bidin berxwedana li Farqînê çûn navçeyê. Parlamenter ber bi Taxa Telekê ku hatiye qedexekirin, meşiyan.

HDP'yî li pêşiya taxê hatin astengkirin û polîsên Tirk êrîşî HDP'yiyan kirin. Di êrîşî de polîsan li Fîgen Yuksekdag xistin. Êrîşa ku yekser li hemberî wekîlên HDP'yî tên kirin, dewam dike. Li gorî agahiyên ji navçeyê hatine wergirtin, gelek wekîl birîndar bûne.

Polîsên Tirk ku êrîş birin ser welatiyên li ser Cadeya Amedê meş li dar xistin, welatiyan bersiv dan êrîşan.

Pevçûnên di navbera gel û polîsan de li navenda navçeyê belav bûn.

Li tevayî qadên Farqînê çalakiya dengderxistinê ya hemwext destpê kir.