Li Farqînê gel bi ser ket
Li Farqînê, tevî qedexeya derketina derve û êrîşên bi rojan, gel ji daxwaza xwe venagere. Her roj daxwaza xwe ya xwerêveberiyê xurttir dike û li ber xwe dide.
Li Farqînê, tevî qedexeya derketina derve û êrîşên bi rojan, gel ji daxwaza xwe venagere. Her roj daxwaza xwe ya xwerêveberiyê xurttir dike û li ber xwe dide.
Li Farqînê, tevî qedexeya derketina derve û êrîşên bi rojan, gel ji daxwaza xwe venagere. Her roj daxwaza xwe ya xwerêveberiyê xurttir dike û li ber xwe dide. Li Farqînê, ji vê kêliyê û pê ve çi dibe bila bibe, yê bi ser ket gel e, yê winda kir dewlet e.
Gelê Kurd, xwerêveberiyên li Rojava îlan kir, di havîna vê salê de derbasî Bakurê Kurdistanê kir. Şert û merc ji hev cuda bin jî, ruhê berxwedan Rojava bi taybetî jî ya Kobanê mora xwe li îlanên xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê dixe. Yek ji cihên ku xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê di destpêkê de lê hat ragihandin, Farqîn e. Farqîn di dîroka xwe de weke bajarekî xwedî kevneşopiya 'xwerêveberî' û 'serhildanê' tê naskirin. Dewleta Tirk, ji girê Gaza Topê ku niha bi tankan taxên Tekel, Konak û Mescîtê bombe dike, beriya 90 salan ji heman cihî bi mîtralyozan Kurdên bi pêşengiya Şêx Seîd li ber xwe didan, qetil dikir. Gelê Farqînê yê wê rojê serî netewand û li ber xwe da, îro jî bi kevneşopiya xwe ya berxwedanê re dilsoz ma û serî li ber hêzên dewleta Tirk natewîne.
Li Farqînê îlana destpêke ya xwerêveberiyê di meha Tebaxê de li taxa Tekelê destpê kir, dûre Konak û Mescît jî beşdarî vê îlanê bûn. Heman piştî van îlanan di 17'ê Tebaxê de 'qedexeya derketina derve' li van her sê taxan aht ragihandin. Bi vê qedexeyê re êrîşên destpêkê destpê kirin. Dewleta ku ji êrîşan encama bi dilê xwe nevgirt, çar carên din derketina derve qedexe kir û pêla êrîşê xist dewrê. Gelê Farqînê yê ji berxwedan û biryara xwe venegeriya, di 2'ê Mijdarê de careke din li îlana qedexeya derketina derve rast hat.
Qedexeya dawî hem ji aliyê demê hem jî ji aliyê şîdetê ve ya herî giran bû. Di roja 6. a qedexeyê de encax me narîbûn xwe bigihînin Farqînê. Ji kolana Diyarbakirê em li taxên qedexe û êrîş lê hene, dinêrin. Dûxana ji van taxan bilind dibe, dengê çekên giran û sûîqestan, me li kêliyên beriya salekê yên li Kobanê vedigerîne.
Bi hezaran mirovên ji ber êrîşa çekêng iran a bi hezaran hêzên dewletê bi rojane nikare ji malên xwe derkeve û çeperên ku zarokên wan ji bo parastina wan ava kirine. Li derve jî hêrseke mezin li hemberî van êrîşan heye. Hêrs gihaştiye ber radeya teqînê. Hêrsa gel a ku par li ser sînorê Kobanê zêde bû û dûre ev hêrs li tevahiya cîhanê belav kir, vê carê li ber sînorê taxên Tekel, Mescît û Konakê li ber teqînê ye.
HEM BERXWEDÊR HEM JÎ ÊRÎŞKAR NE XERÎB IN
Piştî çend rojan em derfetê peyda dikin ku xwe bigihînin taxên qedexe lê ne. Di destpêkê de em dikevin nava taxa Mescîtê. Li taxê; çeper, xendek, kevnikên li hemberî sûîqestan li kolanan hatine girêdan, kulên di nava dîwaran de hatine vekirin, jin û xortên taxan diparêzin. Li taxan, hilweşîn, dorpêçî, şêweyê êrîşê, taktîka tê bikaranîn û çekên bê perwa tên bikaranîn, ji bo me ne xerîb in. Li vê derê di ser re çekên giran û desta hewayî jî hene. Taxên bi hev ve ne, ji çar aliyan ve hatine dorpêçkirin. Li girê Gaza Topê yê li rojhilatê taxê ye tank hatiye bicihkirin û topan diavêje van her sê taxan. Li her sê eniyên din jî bi doçka, bombeavêj û wesayîtên zirxî êrîş tên kirin. Ji bilî hilweşîna ku dewletê bi van êrîşan re li taxan rê li ber vekiriye, ti xendek nîne.
EM DIXWAZIN XWE BI XWE BI RÊ VE BIBIN
Em bi şêniyên taxê re diaxivin. Dibêjin, "Ev der xaka me ye, em li vir ji dayik bûn, em ê li vir bimirin. Bila dewlet hurmetê nîşanî tercîha me bide. Em dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin." Di nava çar mehên dawî de gelek caran rastî qedexeya derketina derve û êrîşan hatine û bi dehan ewladê xwe ji dest dane. Dibêjin, "Me gelek zehmetî kişand, gelek êş kişand. Lê em ê li ber xwe bidin. Em mirovekî bi tenê jî bimînin em ê li ber xwe bidin."
EM ZAROKÊN VÊ TAXÊ NE
Em bi Ekîn û Rodî yên ku pêşengiyê dikin re diaxivin. Beriya her tiştî dibêjin, "Em zarokên vê taxê ne, em ji devereke din nehatin. Endamê rêxistinekê nînin." Her du jî dibêjin ku ew jiyaneke li derveyî zilma dewletê dixwazin.
GELÊ FARQÎNÊ BI SER KET
Tevî êrîşên bi çekên giran û qedexeya derketina derve ya demdirêj, gelê Farqînê dev ji daxwaza xwe berneda. Dewleta ku bi hêzên bejahî, tevgera taybet, polîs, tank û helîkopteran êrîşî Farqînê dike, li pêşberî vîna xurt a gel encamê bi dest naxe. Ji vê saetê û pê ve bi çekên giran û tankan karibe bikeve nava taxan jî, li pêşberî gelê ku bi mehane teslîm nebûye û dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe, winda kiriye. Ev gotinên dayikeke li Farqînê vê rastiyê vedibêje: "Farqîn êdî Kobanê ye. Çawa ku em li Kobanê bi ser ket, li Farqînê jî em ê bi ser bikevin."