Li Farqînê di navbera gel û leşkeran de pevçûn
Li navçeya Farqînê di navbera leşkerên ku xwestin bikevin Taxa Tekel û welatiyên xweparastina taxê pêk tînin de pevçûn derket.

Li navçeya Farqînê ya Amedê Taxa Tekel ku yek ji taxên welatî bi xendek û barîqatan xweparastina xwe ya taxê pêk tînin, leşkeran êrîşî welatiyên taxê kirin. Di navbera ciwan û leşkeran de pevçûn derket. Ciwan bi bombeyên dengê û çekan welatiyên taxê jî bi dar û beran li derabeyan didin û piştgiriyê didin ciwanan. Ji 7 salî heta 70 salî gelek welatiyên ku li taxê kom bûne bênavber dirûşmên, "Bijî berxwedana Farqînê" "PKK gel e, gel li vir e" dibêjin.
Leşker û polîs bi wesayîtên zirxî li nezî taxê bi cih bûne, li herêmê piştî pevçûna demeke leşker paşve vekişiyan.