Li Farqînê ciwanekî din jî hate qetilkirin

Li navçeya Farqînê di êrîşên hêzên dewletê de ciwanekî din ê bi navê Yakup Sînbag hate qetilkirin.

Li navçeya Farqînê di êrîşên hêzên dewletê de ciwanekî din ê bi navê Yakup Sînbag hate qetilkirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê piştî êrîşên ku bi qedexedeya derketina derve re destpê kir li qehwexaneyê ciwanê bi navê Mehmet Gunduz hate qetilkirin, niha ciwanekî din hate qetilkirin. Li Taxa Tekelê tîmên taybet ciwanê bi navê Yakup Sînbag ê 20 salî qetil kirin. Ji ber dorpêça polîsan Cenazeyê Sînbag ji taxê nayê derxistin.

Li navçeyê êrîş berdewam dike, hejmara kesên ji aliyê tîmên taybet ve hatine qetilkirin gihişt 6 kesan.