Kesên nasnameya wan nediyar şevê din bombeya deng avêtin Buroya Asayişê ya Farqînê.
Şevê din li navçeya Farqînê ya Amedê kesên nasnameyên wan nediyar ve bombeya deng avêtin Buroya Asayişê ya Polîsan a Farqînê.
Bombeya bi dengekî bilind teqiya bû sedema tirsê. Polîsan piştî bûyerê li taxê operasyon da destpêkirin. Li aliyê din li dijî Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Taktikê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşa bi fîşekên hewayî hat lidarxistin.