BI DÎMEN

Li Farqînê bi hezaran kesan Guleç ber bi rêwîtiya dawî ve bi rê kirin

Suleyman Guleç ê li Farqînê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin ji aliyê hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat birêkirin.

Suleyman Guleç ê li Farqînê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin ji aliyê hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat birêkirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a di merasîmê de axivî got, “Em ê ji bo xwerêveberiyadi oxira wê de şehîd ketin têkoşîna xwe bidomînin.”

Suleyman Guleç ê di roja 9. a qedexeya derketina kolanan de li navçeya Farqîn a Amedê hat qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat birêkirin. Cenazeyê Guleç piştî otopsiya li Amedê ku anîn Farqînê li ser Cadeya Amedê ji aliyê hezaran kesî ve ku di nav wan de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP’ê û rêveberên MEYA- DER ji hebûn hat pêşwazîkirin. Bi hezaran kesên ku cenaze hilgirtin bi dirûşma, “Soro Farqîn dijî PKK şer dike” ber bi Mizgefta Ferîdûn ve meşiyan. Piştî wecîbeyên olî tabûta Guleç a bi ala kesk û sor û zer xemilandin birin Goristana Ferîdûn.

LI CEM SÎNBAG SPARTIN AXÊ

Cenazeyê Suleyman Guleç ê li cem Yakûp Sînbag 9’ê Mijdarê li Taxa Tekelê hatibû qetilkirin spartin axê. Dema cenaze spartin axê, dayik û xwişkên Guleç lorandin. Kesên tevlî merasîmê kulîlk danîn ser gora Guleç.

Piştî rêzgirtinê, sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hat gotin. Hevseroka MEYA-DER Ayşe Dîcle ya di merasîmê de axivî, diyar kir ku Farqîn warê Egîdan e û destnîşan kir ku Guleç jî Egîdek e û wê ti carî neyê jibîrkirin.

‘EM Ê JI BO XWERÊVEBERIYÊ LI BER XWE BIDIN'

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî got ku her hevala/ê wan ê jiyana xwe ji dest dide wê ji bo pêşeroja vî gelê bibe ronahî.

Yuksekdag wiha axivî: “Ji bo xwerêveberiyan ku di oxira wan de hevalên me şehîd ketin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo pêşeroja vî welatî şehîd bûn. Em ê li ser vê axê al û xwîna wan li erdê nehêlin.”

...