Li Elmanyayê coşa Newrozê dewam dike

Newroz li gelek bajarên Elmanyayê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.

Newroz li gelek bajarên Elmanyayê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.

FREÎBÛRG: Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Freîbûrgê li hev civiyan, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya li Kartoffelplatzê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir û dûre agirê Newrozê hat pêxistin. Li dora agirê Newrozê stran hatin gotin û govend hat gerandin.

OSNABRUCK: Li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Osnabruckê, Newroz bi beşdariya Kurdistanî û Elmanan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG, YPJ, YPS û HPG", "Şehîd Namirin" hatin qîrîn. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê dewam kir.

DARMSTADT: Li Darmstadtê jî bi hezar hezar Kurd û dostên wan cejna Newrozê pîroz kirin. Girseya gel, piştî meşa bi meşaleyan a li navenda bajêr, li qada pîrozbahiyê agirê Newrozê dada û bi qasî 3 saetan cejna xwe pîroz kir.

MONCHENGLADBACH: Pîrozbahiya li Monchengladbachê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve saet di 18:00 de bi meşekê destpê kir. Di meşa bi meşaleyan a ji ber HBF destpê kir de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz", "Bijî berxwedana Kurdistanê" hatin qîrîn. Tevî hewldanên faşîstan ên ji bo provokasyonê jî, çalakgeran xwe gihandin qada pîrozbahiyê Altermarktê û li dora agir govend gerand. Di çalakiyê de berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin. Pîrozbahî piştî xwendina belavoka bi Elmanî bi dawî bû.

KOLN: Li bajarê Elmanya Kolnê, Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Kurdistaniyan bi meşeke bi meşaleyan Newroz pîroz kirin û sekna dîrokî ya gelê Amedê silav kirin. Jin bi kincên xwe yên gelerî, hin ji Kurdistaniya jî bi şal û şapik tevlî meşê bûn. Piştî meşa ji Ebertplatzê destpê kir, ku bi qasî hezar kes lê amade bûn, li meydana Domê pîrozbahî hat lidarxistin. Di axaftinên li vir de ji bo çareseriyê işaret bi Îmraliyê hat kirin.

MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîmê bi tevlîbûna bi hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û pêkhateyên ABDEM'ê ve hat organîzekirin. Di pîrzbahiyê de Koma Axîn, Koma Ronahî û Bêrîvan, Ozan Ozden derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

HAGEN: Li Hagenê, Newroz li Navenda Civaka Demokratîka  Kurd bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan hat pîrozkirin. Hevserokên Navendê û Berdevka Meclîsa Jinê ya Fîdan li vir axivîn û cejna vejînê pîroz kirin. Piştre Koma Dengê Çiya derket ser dikê û li ber stranên wê girseyê govend gearnd.

BÎELEFELD: Newroz li Bîelefeldê bi meşeke bi meşaleyan hat pîrozkirin. Meşa ji ber HBF destpê kir, li Kasselbrînkê bi dawî bû. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê", "Bijî berxwedana Sûrê" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Li Kaaselbrînkê agirê Newrozê hat dadan û di axaftinên li vê derê de xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin silavkirin.

MUNSTER: Kurdistaniyên li Munsterê dijîn, bi coşeke mein Newroz pîroz kirin. Qisekeran banga xwedîderketina li têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê kirin. Girseya gel li dora agirê Newrozê govend gerand û dirûşme qîriya.

RHEÎNE: Li bajarê Rheîne resepsiyon hat dayîn. Ji derdorên çep ên Elman gelek kes beşdarî resepsiyonê bûn. Beşdaran her wiha li dora agirê Newrozê govend gerand.

KRESBRONN: Kurdistaniyên li bajarê Kresbronnê dijî, Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin. Jin û zarok bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozahiyê bûn. Di çalakiya li vir de berxwedana Cizîr û Sûrê hat silavkirin û banga xwedîderketina li têkoşîna Geverê û rêveberiya federal a li Rojavayê Kurdistanê bê derketin.

ESSEN: Bi sedan Kurdistaniyên li Essen û derdora wê dijîn, Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyên ku pêkhatyeên DBG û ABDEM'ê beşdar bûn de govend hat gerandin û berxwedana li Kurdistanê hat silavkirin.

...