Li Êlihê û Dêrikê 2 kes mirî hatin dîtin

Li Êlihê û Dêrikê 2 kes mirî hatin dîtin

Di bin pira Êlihê ya di navbera Bismil û Êlihê de cesedê zilamekî hate dîtin. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî welatiyê 55 salî Mehmet Alî Erdogan li mala xwe mirî hate dîtin.

Di bin pira Êlihê ya di navbera Êlih û Bismila Amedê de di nava qanala avê de cenazeyê zilamekî hate ditîn. Şivanê ku li herêmê pezê xwe diçêrandin, cenaze dîtin û serî li Qereqola Cendirmeyan a Sînanê dan. Piştre leşkerên qereqolê û dozgerê komarê yê Bismilê hatin li cihê bûyerê lêkolîn kirin û cenaze ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî welatiyê 55 salî M. Alî Erdogan şevê din li xaniyekî xerabe mirî hate dîtin. Hate zanîn ku, M. Ali Erdogan tiryakê alkolê bû û gelek caran hatibû dermankirin. Welatiyên ku serê sibê cenazeyê Erdogan dîtin seri li polîsan dan. Polîsên hatin cihê bûyerê cenazeyê Erdogan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.