Li Êlihê piştî meşa ku ji bo protesto kirina tundiya li dijî jinê hate pêkanîn, hate ragihandin ku 5 kes hatine binçavkirin.
Îro di bin pêşengtiya DOKH’ê biboneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navnetewî ji ber Otela Zekî heya ber Nexweşxaneya Farabîm meş hate li darxistin. Hate ragihandin ku, piştî meşê 5 kes hatin binçavkirin. 5 kesên sedemê binçavkirina wan nehate zanîn, hate diyarkirin ku birine MÝduriyeta Polîsan ya Êlihê.