Li Êlihê di navbera AKP’yiyan de pevçûn

Li Êlihê di navbera xizmên namzetê AKP'ê Ahmet Înal û bernamzetê AKP'ê Nezîr Nasiroglu de şerê çekdarî derket. Di encama şer de kurê Nasiroglu Abîd Nasiroglu mir.

Li Êlihê di navbera xizmên namzetê AKP'ê Ahmet Înal û bernamzetê AKP'ê Nezîr Nasiroglu de şerê çekdarî derket. Di encama şer de kurê Nasiroglu Abîd Nasiroglu mir.

Li aşxane hilbijartinê ya AKP'a Êlihê di navbera xizmên namzetê AKP'ê Ahmet Înal û bernamzetê AKP'ê Nezîr Nasiroglu de ji ber namzetiyê nîqaş derket. Piştî demekê nîqaş veguherî pevçûnê û di pevçûnê de çek hatin bikaranîn. Di şer de kurê Nasiroglu Abîd Nasiroglu bi guleyê mir û kesek navê wî nehat hînbûn bi giranî birîndar bû. Polîsên hatin cihê bûyerê derdora aşxaneyê bi şerîda ewlehiyê girtin û gelek polîsên çevîk û wesayîtên zirxî hatin bicihkirin. Serokê AKP'a Êlihê Diyadîn Uçar hati cihê bûyerê îdia kir ku şer ji ber nazmetiyê neqewimiye. Şahidên bûyerê diyar kirin ku şer ji ber ku Nasiroglu nebûye namzet derketiye.

Kesê birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Polîs li derdora nexweşxaneyê jî bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin.