Li Êlihê derabe nehatin vekirin

Li Êlihê derabe nehatin vekirin

Li Êlihê ji bo piştgirî dayîna çalakgerên çalakiya birçîbûnê amadekariyên mitînga were pêkanîn bi dawî bûn, her wiha esnafan li bajar derabeyên xwe nevekirin.

Li Êlihê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve ji bo bicih anîna şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ewlekarî, tenduristî û azadiyê, her wiha mafê xweparastina bizimanê zikmakî û mafên demokratîk, ji bo mitînga were kirin tenê 3 demjimêr man.

Li qada mitîngê pankartên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakgerên çalakiya birçîbûnê re li avahiyan hatin daliqandin. Di pankartên li avahiyan daliqandî de ev daxwaz hatin kirin: “Daxwazên me, tenduristî, ewlekarî û azadî”, “Em berxwedana çalakiya birçîbûnê ya li zindanan ji bo çareseriyê bilind dibe silav dikin”, “An azadî an azadî”, her wiha qada mitîngê bi balonên kesk, sor û zer hatin xemilandin.

Beriya mitîngê di serî de li ser rêya Amed û Gulîstanê ku cihên herî bi qelebalixin û gelek taxên bajar derabe nehatin vekirin.