Li Elbaka Wanê ceryanê bi zarokekî girt

Li Elbaka Wanê zarokê bi navê Şiyar Akkûş ê ku li ber mala xwe dilîst,ceryanê pê girt û jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Beblesan a Elbaka Wanê zarokê 8 salî yê bi navê Şiyar Akkûş dema li ber mala xwe dilîst, têlên ceryanê li hev ketin û ceryanê bi wî girt. Hate diyarkirin ku zarokê ku ceryanê pê girtiye jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî rakirin morga Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.