Li bajarê Efrînê komek çeteyan ku tê gotin girêdayî dewleta Tirkiyeyê dixebite, êrîşî gundê Êzidiyan kir, lê hêzên YPG'ê bersiv da û pevçûn rû da. Pevçûn didome.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komek çeteyan a bi navê Emmar Dadîxî ku tê gotin girêdayî dewleta Tirkiyeyê dixebite, xwest bikeve gundê Êzidiyan Qestel ê li nêzî herêma Ezazê ya girêdayî bajarê Efrînê. Li ser vê yekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nehişt ku kom bikeve gund û pevçûn rû da. Hate ragihandin ku pevçûn hîn didome...