Li Efrînê bi dehazaran kurd û ereb li dijî êrîşan meşiyan

Li Efrînê bi dehazaran kurd û ereb li dijî êrîşan meşiyan

Li Efrînê bi dehazaran kurd û erebên li hev kom bûn, li hemberî êrîşên di rojên dawî de zêde bûne, meşekek bi meşale li dar xist.

Li hemberî êrîşên komên çekdar ku li herêma Heleb û Erfîrên zêde dibin, hêrsa gelan zêde dibe. Li bajarê Efrînê ku ev çend rojin komên çekdar li hemberî gundê Qestel Cendo êrîşan pêk tînin, gel rabû ser piyan. Di saetên êvarê de li gundê Qestel Cendo bi hezaran welatî daketin kolanan û hêrsa xwe anî ziman. Di meşê de peyamên biratiya gelan hatin dayîn û hate gotin ku dê gel li dijî hemû êrîşan nirxên xwe biparêze.

Piştî meşa li Qestel Cendo, saet derdora 17.00'an de jî li Efrînê bidehazaran kurd û ereban meşa bi meşaleyî da destpêkirin. Di meşa ku ji sêgoşeya bajaroka Raco ber bi navenda bajêr ve dest pê kir de, ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kurd û ereban bi yek dengî peyama "Êrîşikirina ser Efrînê xizmeta rejîmê û hêzên derve dike" da.

Di meşê de her wiha dirûşmên wekî, "YPG YPG hêza gelê kurd e wê rizgar ke Kurdistanê", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey YPG" hatin avêtin. Balkêş bû yên ev slogan avêtin jî welatiyên ereb ên li herêma Efrînê û yên ji derdorên din koçî bajêr kirine bûn. Meş li navenda bajêr bi heman slogan û daxwazan bi dawî bû.