Li Efrînê 33 ciwan beşdarî nava refên YPG/YPJ'ê bûn

Li Efrînê 33 ciwan bi merasîmekê perwerdeya xwe bi dawî kirin û tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bûn.

Li Efrînê 33 ciwan bi merasîmekê perwerdeya xwe bi dawî kirin û tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bûn.

Akademiya Şehîd Xebat a Kantona Efrînê dewreya perwerdeyê ya bi navê şehîd Hawar ji 33 şervanan bi dawî kir.

Di dewreya ku 2 mehan dewam kir de şervanan waneyên bîrdozî  û leşkerî yên weke: ˝ Dîroka Kurdistanê, rastiya serokatî, rêveberiya xweseriya demokratîk, dîroka jinê, şerê taybet û hunera şer˝ dîtin.

Di merasîma dawîkirina dewreyê  de gelek fermandarên YPG´ê û YPJ´ê û Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm amade bûn.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê, merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên ku dewreya xwe bi dawî kirine ve hate lidarxistin û sonda leşkerî xwarin.

Marasîm bi dirûşmeyên bijî berxwedana YPG´ê û YPJ´ê bi dawî bû.