Li Edene, Dîlok û Şirnexê operasyonên qirkirina siyasî
Hikûmeta AKP'ê li bajarên Kurdan giranî da operasyonên qirkirina siyasî. Li Edene, Dîlok û Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin.

EDENE: Li Edeneyê di serdegirtina malan a hemwextî de, bi îdîaya 'endametiya rêxistinê, ji rêxistinê re endam peyda kirine û propaganda rêxistinê kirin' 10 endamên HDP'ê hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku Mûstafa Azboy, Cemîl Demîr, Zeydîn Argin, Aslan Tûran, Velat Sansarkaya, Veysî Tan, Muhîttîn Şengîl, Omer Taşkin, Şengul Erdogan û Mehmet Reşît Toygûn ên hatin binçavkirin, li Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê tên ragirtin. Piştî wergirtina îfadeyên wan tê payîn ku sibe binçavkiriyan derxînin pêşberî dozgeriyê.
DÎLOK: Li taxa Beydîllî ya navçeya Dîlok Şahînbeyê, polîsên tevgera taybet danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di sergirtinan de polîsan deriyê malan şikandin û tevî zarokan 5 kes bi lêdanê kirin binçavan. Hat ragihandin ku ji bo pirsa 'hûn çima digirin binçavan' polîsan bersiva 'Hûn Kurd in' dane welatiyan.
ŞIRNEX: Li taxên Tûrgût Ozal û Yenî Mahalle yên navçeya Şirnex Hezexê jî polîsan danê sibehê avêtin ser 12 malan û bi şikandina pace û deriyan re ketin hundir, herî kêm 5 kes kirin binçavan. Hat ragihandin ku binçavkirî piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê birine Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê.