Li Dûzxûrmatû gelek xanî û dikan hatin şewitandin
Li navçeya Dûzxûrmatû ya girêdayî bajarê Selaheddîn ê Iraqê di pevçûnên navbera pêşmerge û Heşd El Şeebî de gelek xanî û dikan hatin şewitandin.
Li navçeya Dûzxûrmatû ya girêdayî bajarê Selaheddîn ê Iraqê di pevçûnên navbera pêşmerge û Heşd El Şeebî de gelek xanî û dikan hatin şewitandin.
Li navçeya Dûzxûrmatû ya girêdayî bajarê Selaheddîn ê Iraqê di pevçûnên navbera pêşmerge û Heşd El şeebî de gelek xanî û dikan hatin şewitandin.
Duh li Bexda tevî ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan lihevkirin jî çêbû, aloziya li navçeyê didome. Li gor çavkaniyên herêmî di encama gulebarana sekvanên li avahiyên bilind hatine bicihkirin kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Têkildarî aloziya Dûzxûrmatû ku me hin pirs ji berpirsê pêşmergeyan ê navçeyê Ebdullah Bor kir, Bor bersiva pirsên me red kir, li gor agahiyên gihiştin destên me têkildarî rewşa navçeyê ya di navbera aliyan de biryar girtine ku daxuyaniyan nedin çapemeniyê.
Lê, çavkaniyên herêmî diyar dikin ku li navçeyê alozî didome û mimkun e her kêlî pevçûnên nû rû bidin. Çend roj berê li navçeyê gel jî tevlî pevçûnên di navbera pêşmerge û hêza mîlîsên Şîî Heşd El Şeebî bibû, Tirkmen û Kurdan dikan û xaniyên hev şewitandibûn.