Li Dubiz pevçûn
Çeteyên DAIŞ’ê li gor saeta herêmî 21:30 êrîşî gundê Xireberog ê girêdayî Dubiz kirin. Piştî pêşmergeyan ku êrîş ferq kirin bersiv dan, pevçûneke bi qasî nîv saetê derket.

Li gor çavkaniyên herêmî di navbera çeteyên DAIŞ’ê yên êrîşî navçeya Dubiz a Kerkukê kirin û pêşmergeyan de pevçûn derket. Di pevçûnê de du pêşmerge birîndar bûn. Piştî pevçûnê destpê kir, balafirên şer ên hêzên koalîsyonê li hember çeperên çeteyên DAIŞ’ê êrîşa hewayî pêk anîn.
Çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Mijdarê li navçeya Dubiz destpêkê êrîşa xwekuj pêk anîbûn û paşê qeymeqamî û midûriyeta polîsan bi dest xistibûn. Di pevçûnan de 8 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn kuştin, 2 çete hatibûn girtin. Di pevçûnan de 6 pêşmerge şehîd ketibûn.