Li Dola Şîvê pevçûnên dijwar: 3 dagirker hatin cezakirin

Li Dola Şîvê ya herêma Çiyareş a Zapê şer û pevçûnên dijwar rû didin. Di encama pevçûnan de 3 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên gerîlayan hatine girtin, artêşa Tirk a dagirker dixwaze li Dola Şîvê ya herêma Berxwedanê ya Çiyareş a Zapê pêş ve biçe. Li vê herêmê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa dagirker de pevçûnên dijwar rû didin.

Di encama pevçûnan de 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Hate zanîn ku şer û pevçûnên dijwar li herêmê berdewam dike.