Li bajarê Dirbêsiyê 150 kîlo madeya tiryakê hate desteserkirin. 3 kesên ku têkildarî mijarê hatin binçavkirin, diyar kirin ku dewleta Tirkiyeyê wan teşwîq dike.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Dirbêsiyê li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê duh êvarê 3 kes binçav kirin. Li ser van kesan 150 kîlo madeya tiryakê jî hate desteserkirin. Madeya tiryakê îro ji aliyê hêzên YPG’ê ve li navenda bajêr, li ber çavên gel hate şewitandin.
Li gorî agahiyên rayedarên YPG’ê dane, van kesan gotine ku dewleta Tirkiyeyê piştgriyê dide wan, ji bo çandina heşîşê wan teşwîq dike û piştî çandinê jî dîsa ji wan bi buhayekî zêde dikire.
Rayedarên YPG’ê diyar kirin ku ew ê li dijî van herxwldanan têkoşîna xwe bidomînin û nehêlin ku tu kes ne heşîşê biçîne, ne bazirganiyê bike û ne jî bikar bîne.