Li Dîlokê teqîn: 8 kes mirin, 64 birîndar

Li Dîlokê teqîn: 8 kes mirin, 64 birîndar

Di encama teqîna li dijî Navenda Polîsan a Taxa Karşikaya ya Şehîd Kamila Dîlokê herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 60 kes birîndar bûn. Piştî teqînê nijadperestan êrîşê avahiya BDP’ê kirin û agir berdan avahiya BDPê.

Seat di 19.45 de li dijî Navenda Polîsan a Karşiyaka ya navçeya navendî Şehîtkamîl a Dîlokê wesayîtek bombe lê barkirî hate teqandin.

Li gorî agahiyên hatine dayîn di teqînê de herî kêm 9 kes jiyana xwe ji dest dan û derdora 60 kes jî birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxaneyên cûda yên bajêr.

Hatezanîn ku wesayîta bi plakaya 34 a bombe lê hatibû barkirin, hatiye teqandin. Hat îdîakirin ku beriya teqînê kesek bi bez ji cihê bûyerê reviyaye. Li cihê bûyerê kamerên Mobesse hebû. Polîsan li herêmê dest bi lêkolîn û operasyonê kirin.

Piştî bûyerê hate zanîn ku komek nijadperest li dijî avahiyên BDP'ê ya Bajar û ya Şahînkamilê êrîş pêk anîn. Hate zanîn ku komekê li dijî avahiya BDP'ê ya Şahînkamîlê êrîş pêk anîye û avahî dane ber agir. Li dijî avahiya Bajar jî êrîşa bi kevir pêk anîn û hemû camên avahiyê şkandine.

Endamê BDP'ê yê navçeya Şehîtkamîlê Alî Aka, diyar kir ku dema şewat pêk hat çû pêş avahiya BDP'ê û dît ku nêzî 300-400 kes kom bûne û dirûşmeyên dijberî BDP'ê berz dikin. Aka, da zanîn ku dema îtîfaye hat agir vemrîne rastî astengiya komê hat û komê destûr neda ku şewata avahiyê vemrîne. Aka, da destnîşan kir ku piştî polîs hatin cihê bûyerê û şûnde polîsan kom dûr xist û îtfaiyê agirê avahiyê vemirand. Aka, bilêv kir ku hemû avahî şewitî û zerakek mezin pêk hatiye. Aka, bi bîr xist ku piştî mudaxaleya îtfayiyê agirê avahiyê vemirî.

Serokê BDP'a Dîlokê Salîh Şahîn jî da zanîn ku avahiya BDP'ê ya Bajar jî rastî komek ulkucu hatine û hemû camê avahiya BDP'ê şikandine. Şahîn, da anîn ku ji ber ewlehiya wan tune nikarin biçin cihê bûyerê û li benda biryara navenda BDP'ê ne.