Li Dîlokê piştî merasima cenaze meşa provokatîf

Li Dîlokê piştî merasima cenaze meşa provokatîf

Li Dîlokê piştî ku kesên di teqînê de hatin veşartin, koma ku di destê wan de ala Tirkan heyî ber bi navenda bajar ve meşiyan.

Piştî kesên di teqîna li nêzî navenda Polîsan ya Karşiyakaya Dîlokê mirîn û dayîka Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Fatma Şahîn Perîhan Kiymik merasima cenaze pêkanîn sipartin axê. Hate hînbûn ku, cenazeyê Silêman Alkan û Sena Buykkonûk duh li Dîlokê, cenazeyê Davût Azak jî navçeya Erxeniya Amedê hate veşartin.

Îro jî cenazeyên Onûr Fikret Aker, Dûgyû Aker, Almîna Melîsa Aker, Safî Canbaş, Îsmaîl Daler û dayîka Wezîr Şahîn Kiymik piştî merasima cenaze sipartin axê. Cenazeyê Sevgî Gulper Înanç jî şandin Edeneyê.

Piştî merasima cenaze, li gelek noqteyan kom ketin meşan. Komên ku di destê wan de alên Tirkan heyî bê navber sloganên “Şehîd namirin welat perçe nabe” avêtin û gelek noqteyan geriyan. Çi tedbîrên ku ji meşê re nehatî girtin, dawetî ji provokasyonê re vedikir.